Polîtîk

Erdogan serdana Kurdistana Başûr dike

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan serdana Hewlêr dike. Li gora nûçeya kanala televizyona NTV, dê serokwezîrê Tirkiye Erdogan28-29-ê Adarê serdana Iraqê bike. Li gora tê zanîn wê Erdogan li Bexdayê hevdîtinekî li gel serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî bike û piştre jî wê serokê partiyên siyasî jî bibîne.

Erdogan bi xwe di vê derbarê de li ser pirsekî ji rojnemevana re got:Ezê biçim Bexdayê, di bernama me de ,çûyîna bakur jî heye. yanî emê serdana Hewlêr bikin.Hêja bernama me bi temamî ne diyare, lê wezîrê derve li ser vê yekê kar dike.

Erdogan ji berî niha jî gotibû ku dê ewê demekî serdana Iraqê bike. Wek tê zanîn wezîrê derve yê Tirkiye Davutoglu gelek caran serdan Iraqê kiriye û serdana Kurdistanê jî kiriye.

Back to top button