Xiyanet û xwefiroşî vîrûsa herî mezin e

Xiyanet û xwefiroşîya ku di nav Kurdan de heye bê hed û bê hesab e. Bawer nakim di nav tu milletekî din de ev xiyanet û xwefiroşîya navxweyî hebe. Ji axê ye, ji herêmê ye, ji erdnîgarîyê ye nizanim, lê xiyanet û xwefiroşîya ku di xwîn û mejîyê Kurdan de şax û per berdaye, ji temamê vîrûsên wek Koronayê mezintir û xedartir e.

Kurd ji 1071ê ve bi vîrûsên wek Koronayê re rû bi rû mane û pê bi jehrî û nexweş ketine. Dagîrkerî, çîrokên biratî yên xelk û ummeta sexte, îdeolojîyên dûrî hişmendîya civaka Kurd, asîmîlasyon û otoasîmîlasyon, dûrketin û înkara qewmîyet û ruhê millî-netewî, ev tev bi serê xwe ji Kurdan re vîrûs û nexweşî ne. Ev ne bes bûn, bi ser halan de rêxistin û partî, dem û dezgeh, sazî û malbatên xwefiroş û xizmetkarên dewletên dagîrker li vîrûs û nexweşîyan zêde bûn û di hiş û bedena Kurdan de bûn pençeşêr û kanser.

Di van rojên ku vîrûsa Koronayê dinya hêsîr girtiye û xelk xistine karantîna û hepsa malê de, vîrûs û pençeşêra navxweyî xizmeta xwe ya ji dagîrkeran re berdewam dike. Ev vîrûs û pençeşêr li Bakur dîsa Kurdên bêguneh dikuje yan dide kujtin, li Başûr jî brayên xwe radestî dijminên Kurd û Kurdistanê dike. Helbet wê dinya û Kurd di demek nêzîk de ji vîrûsa Koronayê azad bibin. Lê vîrûsa xiyanet û xwefiroşîyê zû bi zû ji nav Kurdan dernakeve û wê her û her Kurdan bikuje, wan bide kujtin.

Xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin wê di nav rûpelên dîroka Kurd û Kurdistanê de her û her bimîne. Xiyaneta ku bi navê “ biratîya xelkan û biratîya ummetê “ doza Kurd û Kurdistanê belaş tê firotin, û xiyaneta ku ji bo yekrêzî û parçenekirina sînorên dagîrkeran dijminatîya serxwebûn û netew-dewleta Kurdistanê tê kirin, wê di nav rûpelên dîrokê de her û her bimîne û bê rûreş kirin. Û herweha radestkirin û birafiroşî jî wê neyê jibîrkirin.

Piştî sosret û qebheta Kerkûkê, rûreşîyek din jî li rûpelên dîroka me zêde bû û dilê me êşand.
Mistefa Selîm, rewşenbîr û şoreşgerê PDKî ku bi cezayê 17 salan di zindanê de bû û bi hevalên xwe re ji zindana rejîma hov ya Îranê revîya bû, ji bêbextîyekê re bû qurban. Mistefa Selîm piştî rêwîtîyek bi tirs û xof, bi kêf û coş xwe gihandibû Kurdistana azad da ku nekeve destê hirç û hovên Îranê û neyê îdamkirin. Lê Mistefa Selîm nizanîbû ku wê bi destê çeteyên Soranistana Başûr bê radestkirin û bê şeniqandin. Li gor tê gotin, çeteyên Lahor û Pavel Talabanî Mistefa Selîm radestî Îranê dikin û Îran jî di heman rojê de wî dişeniqînin.

Gelo virûsa Korona li ber vê kiryar û rûreşîya mezin çi ye?

Ma vîrûsa herî mezin ji Kurdan re ne ev xiyanet û xwefiroşî ye?

Di çand û kevnetorîya Kurdan de bext hebû, bext heye. Dijminê meriv be jî gava yek xwe davêje tor û bextê meriv, meriv xwedî lê derdikeve û wî diparêze, wî disitirîne. Evê bûyera rûreş û dijminane derxist holê ku bi xwefiroşan re ne bext heye, ne wîjdan. Kesên ku parçeyek ji xaka welatê xwe bifroşin dagîrkerên xwe, helbet wê birayên xwe jî bifroşin. Bêguman ev ji bo wan ne ecêb û ne qebhet e jî. Lê ew kesên ku alîgir û hevalbendîya wan dikin, ew hêz û partîya ku wan dikin serok û rêberên xwe, çawa karin ewqasî bê wîjdan, bê hest û bêdeng bin? Hêsîrkirin û firotina biratîyê di kîjan ehlaqê mirovantîyê de heye?

Balkêş e, li Bakur gelek ji alîgir û çapemenîya PKK dixwazin vê mijara rûreşî ya ku çeteyên YNK pêk anîne bi PDK û Barzanîyan ve girêdin û YNK pak û rewan bikin. Êrîşkirina ser desthilatdarîya Başûr û Barzanîyan helbet bi qest û zanîn tê kirin. Ev hêz û partîyên ku xizmeta Tirkîye û Îranê dikin û xwe di bin sîwana Kurdayetîyê de vedişêrin, ji roja roj de dixwazin destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk bibin û rê li ber pêşeroja Kurdistanê bigrin. Ev eşkere û vekirî ye. Lê hinek jî xwe di bin al û nexşeya Kurdistanê de vedişêrin, qaşo xwe wek netewparêz û netewî nîşan didin, lê sergirtî be jî dixwazin vê kiryara xiyanetwarî bincil bikin, Barzanî û desthilatdarîya Başûr jî pê gunehbar dikin.

Rewşa Başûrê Kurdistanê rewşek aloz, tevlihev û rewşek zahmet e. Heta li Başûrê Kurdistanê duserîtî hebe, heta artêşek yekgirtî û netewî ava nebe, heta rê li ber çete û xwefiroşan neyê girtin, heta desthilatdarîya Başûr sûcdar û kujeran dadgeh neke û wan nedarizîne, wê ev rewşa kambax her û her bidome û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê jî her di xeterê de bin. Em bixwazin nexwazin, heta ev tiştên ku li jor hatin gotin pêk neyên, wê peşkên xwefiroşan li PDK û Barzanîyan jî bikevin û ewê jî para xwe ji şirîkatî û hevparîya kiryarên qirêj bigrin.

Bi kurt û Kurmancî; ji Kurdan re vîrûsa herî mezin xiyaneta navxweyî, xwefiroşî û bêbextî ye.  Û ev xiyanet û dek û dolabên qirêj jî tev li ser Başûr û destkeftîyên Başûr tên kirin. Heger desthilatdarîya Başûr û bi taybet jî PDK û Barzanî rê li ber van dek û dolab, plan û projeyên dijminane negrin; heta siyasetek tund li hember çeteyên navxweyî nemeşînin, heta plan û projeyên ji bo her çar parçeyên Kurdistanî çênekin û hêzên netewî di wan parçeyan de xurt nekin, wê ji her alî de bi tenê bimînin.

Bi vê minasebetê bimre xiyanet û xwefiroşî!

Em bejna xwe li ber Mistefa Selîm û hemû cangorîyên Kurdistanê ditewîninn.

Z. Brîndar

2020.04.15

Nerîna min :