Xiyanet tu cara sernakeve…!
Kanala * kanala bafil Talabaniye. Li gel fermandarê Hêzên Demokratik a Suriye Mazlum Ebdî, hevp-eyvînek çêkiriye. Di vê hevpeyvînê de Mazlum dibê je dengê min ji bo YNK û serok bafil e. Bê guman ev Hêzên ku, piştevaniya Bafil Talabanî û YNKê gelek kifşin; Îrane, Milîsên Îranî li Iraqê ne, Hizbullah e û PKK li gel hemû dam û dezgehên xwene. Ev hêz hemû li ser mijarekî sereke li gelhevin û di derbarî Kurdistanê de armancek wan hevbeş heye. Ew naxwezin Kurdistanek azad, serbixwe, demokratik û hevdem li herêmê çêbibe. Ew di van hilbijartinên ku ji bo pêşeroja statûya Herêma Kurdistanê çarenûsîne, tenê dixwazin rê li hêzbûna statûya Herêma Kurdistanê bigrin û dema rewş li gora wan guncav be, herêmê birûxînin. Ji xwe vê yekê di bangeşeya xwe de vekirî dibêjin. Gotina herî maqul ya Bafil “ rûxandin“e.
Çewe ku bafil 2017ê li Kerkûk eniyek pêkanî ew xaka welat firot, îro heman pêvajoyê dixwaze li gel hevpeymanên xwe temam bike.
PKK ji bo çi pişgiriya van hêzên ku dijê destkeftiyên neteweyî û Kurdistanî li başûrê Kurdistanê dike? Tu nirxandin ji vê re ne hewceye, PKK wek YNKê bi navê Kurdeyatiyê rê li dewletbûna Kurda digre. Li vê derê welatparêzên di nava PKKê de, kurdên ku bi navê Kurdeyatiyê hatîn xapandin û ketine nav refên PKKê de û rojane şerek bê wate de jiyana xwe ji dest didin, divê dengê xwe li hiber xiyaneta serokatiya PKKê dike derkevin û li ser xetek netewî Kurdistanî tevbigerin.
Berê xwe bidinê, îro kesên berpirsiyarên PKKê ku dijminatiya xeta netewî dikin tu pêwendiyek wan bi Kurdeyatiyê re tuneye.
Dema ku berpirsên PKKê dibêjin, “ Me baweriya Kurdistanek serbixwe avêtiye“ sergu de.. Bila ev yek li bîra her kurdek ku vijdana Kurdeyatiyê li gel heye.
Baweriya dewletbûna Kurdistanê naşke û dê serbikeve. Ev bawerî ya rêbaza Barzaniyê nemir e. Heta ku li ser vê rêbazê Kurd bi rûdikevin tu cara şkestin tuneye û her pêşveçûn dê hebe.
Pêvajoya siyasî li vê herêmê wek her demî welatparêz û xeta xiyanetê derxistiye holê….