Xirabiya rewşa vîrusa koronayê !

Wezareta Tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, ji ber xirabiya rewşa vîrusa koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan wezîrê tenduristiyê geheşt Duhokê.

Îro 26.07.2021ê wezareta tenduristiyê di tora xwe ya civakî ya facebookê de ragehand: ‘’Ji ber rewşa xirab a vîrusa koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan îro serê sibehê wezîrê tenduristiyê Dr. Saman Berzincî geheştiye Duhokê.’’

Hat ragehandin, di planeke nû ya çareser kirina nexwaş û dabîn kirina pêdivî û amadekariya zêdetir û vekirina nexwaşxaneya din a taybet a ji bo wergirtina pêketiyên vîrusa korona, wezîrê tenduristiyê serdana saziyên tenduristiyê dike.

Wezareta tenduristiyê ragehand: ‘’Mixabin rewşa belavbûna koronayê gelek xirabe, her du heta demjimêr 12ê şev jî hejmareke pir zêde ya pêketiyên vîrusa koronayê hatiye tomar kirin û hejmar gelek zêde ye û piraniya pêketiyan jî li parêzgeha Duhokê ne.’’

Nerîna min :