Xeta xwar ji gayê pîr e !
Kes û partîyên ku, nikarin 50 kesî daxin qad û meydanan, bi gotinên şahîk, girover û qelew doza tiştên mezin, doza
Kurdistanek serbixwe dikin.
Nûrî çelîk
Her tişt di dem û kemla xwe de xweş û bi wate ye. Zaroktî, xortanî, evîn û evîndarî, zewac, hunersazî,
xebat, tekoşîn û her tiştê ku di hiş û bedena meriv de enerjî û hêvîyekê xurt û geş bike, xweş û xwedî
wate ne. Lê wek min got, her tişt di dem û kemla xwe de xweş e.
Ev yek di siyasetê de jî, di şer û pevçûnan de jî wilo ye. Ne tenê ji bo insên, ji bo lawir û ajalan jî wilo
ye. Her mexlûqat û beşer di dema xw de, di kemla xwe de li ser xwe ye, di hêz û qeweta xwe de livbaz
û çalak e, di xurtîya xwe de şerkir û berhemdar e. Piştî ji taqat û qidûm ket, ew hêz, taqat û enerjîya
wî ya livbazî û şerkirinê namîne, bimîne jî pir kêm dibe û nikare berhemek baş bide, nikare bi kêrî xwe
û derûdora xwe bê. Şêr bi xwe jî gava pîr dibe xwe dide alîyekî û xwe disitirîne. Dizane ku heger wek
dema xortanîya xwe bilive û xwe wek mirê daristanê bibîne, wê bibe xwarin û lîztika çeqel û rovîyan.
Siyaset hunera bidestxistina encaman e. Heger te dît ku tu di siyasetê de nikarî tu encaman bidets
bixî, dive tu bizanibî ku yan di te de, yan jî di siyaseta te de xeletî û şaşîtîyek heye. Di siyaseta te de
xeletî û şaşîtî tunebe, di rê û rêbaz, di bername û xebata te de xeletî heye. Di rêbaz û bernama te de
xeletî tuneye, wî çaxî di te de xeletî heye. Di hesayet, hest, helwest û hişmendîya te de xeletî û
kêmasî heye. Di hest û helwest, di hiş û hiçmendîya te de xeletî û kêmasî tunebe, naxwe di laş û
bedena te de, di qidûm û taqata te de, di livbazî û qeweta te de xeletî heye. Ango, ne tenê di hest û
hişmendîyê de, tu bi laş û bedena xwe têk çûyî û hew dikarî bixebitî, hew dikarî wek berê çalak û
berhemdar bî. Ev jî bikî nekî bandorê li ser xebat û siyaseta te dike û tu xebata xwe li gor taqat û
qeweta bedena xwe dimeşînî. Ev jî bêguman xebatê li paş dixe, bi pêş de nabe û siyasetê diteqinîne,
dixitimîne.
Gava em îro li siyaset, siyasetmedar û rêvebirên partîyên Bakurê Kurdistanê dinerin, dibînin ku wek
mesela gayê pîr li wan hatiye. Hûn zanin, gava ga pîr dibe bi kêrî cot nayê û xeta cot xwar dike. Cotê
ciwange û conegayên ciwan cuda ye, ya gayên pîr cuda ye. Ciwan çalak in, bi qewet in, li ser xwe ne,
bi xwe bahwer in û ji ber bar narevin. Gayên pîr êdî wek berê wê taqatê di xwe de nabînin, huner û
berhema xwe li gor taqat û qeweta xwe dide, tiştê zêdeyî qeweta xwe nikare hilde û rake.
Siyasetmedar û rêvebirên partîyên me yên Bakurê Kurdistanê (PKK ne tê de) herî xort û ciwanê wan
50 salî ye. Hûn bi dûrbînê li nav wan bigerin belkî hûn 20 xort û ciwanan di nav wan de nabînin,
nikarin bibînin. Bi ser vîqasî de jî, bi dîtin û hişmendîya berî 40-50 salî siyasetê dikin. Ne li gor rewşa
îro lê li gor rewşa berî 50 salî, ne li gor şertên îro lê li gor şertên berî 50 salî difikirin û siyasetê dikin.
Ne li gor realîte û rastîya milletê Kurd, li gor berjewendîyên xwe û partîyên xwe, ne ji bo siyasetek
Kurdistanî, ji bo siyaseta partîtîyê dixebitin. Ne siyasetek stratejîk û bi plan û proje, siyasetek taktîkî û
rojane dane ber xwe.
Rastîya xwe û partîya xwe nabînin, yan jî naxwazin bibînin. Kes û partîyên ku
nikarin 50 kesî daxin qad û meydanan, bi gotinên şahîk, girover û qelew doza tiştên mezin, doza
Kurdistanek serbixwe dikin. Ji ber ku rastîya xwe qebûl nakin, nabînin an naxwazin bibînin, tu
encaman jî bi dest naxin û roj bi roj kêm dibin, kêmtir dibin, bêtaqat, bêhêvî û ji çap dikevin û dûrî
civaka Kurd dikevin. Bahwer in ku bi serdana komekê, bi serdana hev û partîyekê, bi çûna tazîye, şîn û
şahîyekê karekî pir mezin û welatparêzî kirine. Bahwerin ku bi kişandina çend wêneyên serdan û ser
gorekê dest bi şoreşekê kirine. Lê nizanin ku ev nîşana têkçûna wan, nîşana lawazî perîşanîya wan e.
Zanyarekî Ewrûpî dibêje, ” siyaset ji bo hebûna neteweyekî hunera meşandina têkoşînê ye “.
Her çiqasî bingeha siyasetê aborî be û siyaset li ser asasê aborî û berjewendîyê hatibe sazkirin jî,
siyaset herweha huner e, hunera man û nemana neteweyekî ye û ji vê hunerê re jî hunermendên
zana, zîrek, têgihiştî, fedakar û canfeda lazim û pêwist in. Incex hunermendên ku erbabên xebat û
siyasetê ne dikarin encamekê ji siyasetê bistînin. Encam jî bi bedel û berdêlê tê stendin.
Werhasilî kelam, dibêjin ” hûr lêxe, kûr lêxe û ga neêşîne”.
Aha rewşa me, rewş, helwest û hişmendîya siyasetmedar û rêvebirên partîyên me yên Bakurê
Kurdistanê ev e:
Hûr lêxin, kûr lêxin, lê me neêşînin!