Nivîsar

Pîvana xiyanet û niştimanperweriyê

Tevgera Goran li dijê Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ye. Ev gotar wek nûçeyekî di medya kurdi de derbas dibe. Lê gelek, yan jî awayê pêwist li ser vê helwesta Tevgera Goran nirxandin û şêrove nayên kirin.Beşek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, dema gotarek yan jî helwestek ne li gor dilê wan be dikarin bi rojan li ser binivêsin û dîtinên xwe bêjin. Lê li himber Goran helwesta pêwist nayê danin.Goran dema dibêje “ Em ne li dijê serxwebûnê ne, lê divê referandum bê paşxistin û demek minasib bê kirin“ Gelo dem ji îro minasibtir ji bo Referanduma Serxwebûnê heye? Eger hebê çi deme?Tevgera Goran gelek vekirî bi cureyê girêdanên xwe yên li gel aliyên Iraqî û Îranê dijê serxwebunê derdikeve, heta Goran li dijê hemû destkeftiyên Kurdistanê hatiye damezirandin.Ji aliyek din kesayetek wek Berhem Salih ku, gelek kurdek zana,jîr û jêhatî dihat naskirin û demekê serokweziriya Kurdistanê jî kir. Lê niha ew jî wek Goran li dijê referanduma serxwebûnê ye.Hinek alî û kesayet hene ku, kînek gelek xirab di dilê wandeye. Ji Barzanî acizin dikarin agir berdin hemû Kurdistanê.Berpirsek yê Goran bernameyek teelevizyonê de dibêje: “Eger PDK xalên me pesend bike bêgumand ê pêwendiyên din jî çêbibin û rûniştin çêbibin. Lê eger pesend nekirin, wê demê bila hemû kes li mala xwe rûne û lê binere ka dê bûyer bigihin ku derê.“Ev berpirs bi aqilê xwe firoştî PDK tehdit dike. PDK ji xwe li mala xwe ye û ji bo berjewendiyê neteweyekî di nava hewldanek dîrokî de ye. Lê Hun li mala kî ne û dijitiya berjewendiyê neteweyekî dixebitin?Îro Kurdistan li ser durêyankiye. Yan dê qîma xwe li qedera parçebûn û bindestiya xwe bîne, yan jî dê vê firsenda dîrokî bi karbîne û ji bo destxistina mafê rewa li ser çarenûsa xwe biryarê bide.Serxwebûna Kurdistanê û ji bo vê yekê pêkanina referandumê demana miletê kurde ku, bikaribin azad bijin û ji tehdida komkujiya û talankirin û malwêrankirinê xilas bibin.Herkesê bi germî piştevaniya referandumê dikin, pêwiste bi wê germiyê li dijê dijberên referandumê û serxwebûnê jî derkevin wan şermezar bikin.Di pêvajoyên dîrokî de pîvanên taybet derdikevin holê. Îro li Kurdistanê pîvana welatparêziyê xetek gelek zîz di navbera niştimanperweriyê û xiyanetê de daniye. Di vê pêvajoya dîrokî de roj bi roj xiyanet û niştimanperwerî ji hev cuda dibe.Nûçe-analîz/Rojevakurd

Back to top button