Polîtîk

Heyeta Kurdistanê ji bo referandumê diçe Bexdayê

Komiteya Bilind a Referandumê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û di wê civînê deli ser serdana heyetekî ji bo Bexdayê biryar hate dayin.Di derbarê civînê de hate ragihandin ku; Roja duçembê heyeta ku hatî destnîşan kirî serdana Bexdayê bike. Ev heyet civîna li gel Sune, Şîe û pêkhatiyên din pêkbîne. Herweha li gel hukumeta Bexdayê jî civîn têne kirin.Heyeta Kurdistanê ya ku serdana Bexda bike ji van kesan pêktê:Dr. Roj Şawês wek nûnerê PDKê, Seidî Pîre wek nûnerê YNKê, Dr. Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtû, Macid Bazirgan nûnerê Turkmanan, Viyan Dexîl nûnera Êzdiyan û Romyo Hekarî nûnerê Xristiyanan.

Back to top button