Peşmerge: Ne karê weye behsa serxwebûna Kurdistanê bikin

Wezareta Pêşmerge  di daxuyaniyekê de bersiva Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî dide û axaftinên wî zêdegavî binav dike.Berdevkê Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê nivîskî de,  bersiva gotinên Fermandarê Heşda Şeibî dide û dibêje: Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî Ebû Muhdî Muhendis ji hin medyayê re xwere dît ku li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê biaxive.Wezaret daxûyaniyên vê fermandarê zedegavî bi nav dike û dibêje:  Di berseva wan zêdegaviyan de, bi vî berpirsê leşkerî yê Heşda Şeibî re dibêjin, ku erk û karê te diyar e ku çi ye û baştir e tu mijûlî erk û karê xwe bibî. Karek ku pêwendiya wî bi te nabe, ne karê te ye ku li ser biaxive.”Cîgirê Fermandarê Ebû Muhdî Muhendis ragihandibû, serxwebûna Kurdistanê tenê bo propagandeya siyasî û hilbijartinan e.  

Nerîna min :