Xemgînîya Akademiya Kurdî li Stockholmê

Xemgînîya desteya

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Ji bo Kuştina Keça Kurd Jîna Amînî

Îrana dîktator û meleyên wê bê etîk, bê moral û hov in.

Akademîya Kurdî xwe hevpara xemên malbata Jîna Amînî dibîne. Em karmendên Akademiya Kurdî pir xemgîn in. Kuştina Jîna Amînî dûnyayê bi xwe re hejand, lê kurd jî hejandin. Em karmendên Akademiya Kurdî xwepêşandarên cûda yên li her pênc beşên Kurdistanê jî dibînin û em piştîvanîya wan dikin. Polîsên îranî yên ku Jîna Amînî kuştine bê ehlaq, bê etîk û hov in.

Ehlaq pir girîng e. Ehlaq ew e ku mirov çawa bihizre (bifikirin) û tevbigere da ku mirov bigihîje tiştê ku baş e û rast e. Akademî li vir qala etîka encam, etîka desthilatdarî û etîka helwestê dike.

Helwesta neteweyî pir girîng e. Jîna Amînî ji bo ku kurd bû hat kuştin. Çi rast e? Çi çewt e? Berpirsyariya me çi ye? Divê em ji bilî qenciyê tiştekî din nehizrin, em çêker bin û adil bin. Qencî çi ye? Qencî helwesta neteweyî bi xwe ye. Em dizanin ku Îran hê dema şikefta dijî. Ji bo me ev xal girîng in:

– Mafê azadîya neteweyî ya jinan.

– Mafê cilan, çi cil/kinc xwe heye.

– Azadiya ramanê

– Azadiya kombûnê

– Mafê demokrasiyê

Em bi ser navê AKADEMÎYA KURDÎ ji bo kuştina Jîna Amînî pir xemgîn in. Em dubare dikin. Kuştina wê, kujera mirovahîyê ye. Bi kuştina wê re mirovahîyek dimire; kuştina wê, kuştina mirovahîyekê ye. Em piştîvanî û piştgirîya hemû xwepênîşandanên cîhanê û yên li her pênc beşên Kurdistanê tên kirin dikin ku ew hemû li dijî Îrana dîktator in.

Mafê jinan ên ku weke ku ew dixwazin cilan li xwe bikin mijareke wekheviyê ye, lê herwisan jî mijara mirovahî bixwe ye. Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û qanûnên navneteweyî jî girîngîya mijarê cilên jinan wê dinivîsin û di qanûnên xwe de xalên girîng rêz dikin.

Di xala 25 a Danezana Neteweyên Yekbûyî de mafên cilên jinan heye. Ew xal pir girîng e. Îrana diktator xala 25an binpê kirîye û ji lewre divê Îrana dîktator li gorî xala bist û pêncan bête dadgehkirin.

Li gorî agahdarîya malbata Jîna Amînî polîsên moralê pêşîn wê îşkencekirine û dûvre wê bi hovîtî kuştine. Akademiya Kurdî bawer dike polîsên moralê bi hawayekî profesyonel li ser kuştina Jîna Amînî plansazîyeka amade kiribû û bi hawayî wê kuştin.

Îrana dîktator û meleyên wê bê etîk, bê moral û hov in. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî qala çend xalên girîng dike:

1. Îran bêyî qanûnên mirovahiyê ye.

2. Îran bêyî nirxên giştî yên mirovî ye.

3. Îran bêyî bingeha nirxên mirovî ye.

Mafê cil û bergên cuda an jî mafê cil û bergan di gelek belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de wek mafekî mirovî hatiye naskirin û biryarkirin. Îran qanûnên NY, YE û qanûnên mirovahî yên navdewletî û mirovane de jî binpê dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: