
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan, Amerîka bi çêkirina dubendîiyê û pişgiriya bêîstiqrariya Îranê tawanbar kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê di daxûyaniya xwe de got: Piştevaniya Amerîkayê ji xepêşandanan re berovajîya helwêsta dîplomatîk a vî welatî li hember Têhranê di derbarê rêketinama navokî ya Îranê ye.
Îranê herwiha Brîtanya bi destwerdana karûbarên navxweyî, têkdana aramiyê û binpêkirina serweriya welat tawanbar kir.
Balyozê Brîtanya li Tehranê roja şemiyê ji aliyê Wezareta Derve ya Îranê ve ji bo şermezarkirina çalakiyên çend dezgehên ragihandinê yên Farisî li Londonê ku Îran wan bi handana belavbûna xwepêşandanên vê dawiyê li wî welatî tometbar dike, hat gazîkirin.