CivakRojev

Serok Barzanî beşdariya Festîvala Rewşenbîriya Dihokê kir

 Roja 25.09.2022 Serok Mesûd Barzanî li Parêzgeha Dihokê beşdariya Festîvala Rewşenbîriya li Dihokê kir, li festîvala ku bi beşdariya nivîskar û rewşenbîran birêveçû, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebuyên festîvalê kir ku eve jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xûşk û birayên birêz…

Di destpêkê de dixwazim spasî Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê bikim ji bo rêkxistina vê festîvalê û her wiha vexwendina wan ya ji bo beşdariya vê festîvalê ku ji bo min cihê xweşhaliyeke mezine.

Bi xêrhatina hemû wan xûşk û birayan dikim ku li perçeyên dinê Kurdistanê û ji derve ve hatine, bi xêrhatina birayên Ereb jî dikim ku beşdariyê li vê festîvalê da kirine.

Ez dixwazim di destpêkê de bersîva Kek Hesen bidim: piştrastbin ewê ji destê me bê, ji bo piştevaniya we dikîn û berdewam dibîn.

Xûşk birayên birêz…

Dîroka gelê me dîrokeke pire ji şanazî û serfiraziyê, li heman demê de dîrokeke pire ji êş û azaran, berî niha şerê ku li gel mîlletê me dihate kirin eşkerebû û firoke bûn, debabe bûn teyare û top leşker bûn ku dihatine ser Kurdistanê. Pêşmergeyên qehreman bi piştevaniya mîlletê xweragir, serkeftinên mezin bi dest hatin, îro ew şere bi awayeke din berdewame, barê giran li ser milê we yên nivîskar û rewşenbîrane.

Îro dixwazin wê îradeyê bişkînin, ew îradeya ku Pêşmergeyek bi tevir şerê balafirê dikir, metirsîdartirîn êrîşa îro li ser serê me eweye ku dixwazin îradeya me bişkînin, keltura me bişewitînin, bawerî bi xwe bûn nemîne, dema take kesê Kurd bawerî bi xwe nema, xwe kêm zanî beramber xelkeke din, ewe mirine.

Li heman demê de jî nabê em çanda pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û rêz li hevdû girtinê hîç demekê ji bîr bikîn, ewe serwet û samanekin ku gelek bi nirx û bihane, gelek jî qedir û rûmetê li derve bi gelê me daye, ne xwe bi mezintir ji kes bizanin, ne jî xwe bi biçûktir û kêmtir ji kes bizanin, em ji kes kêmtir nînin.

Ew êrîş berdewame gelek mixabin li nav xwe da jî çavsaxiyê ji bo wê dikin, ji bo wê yekê çawa Pêşmerge şerê dijminê gelê Kurd kir, mecburî kirin pejirandina bi hebûna Kurd û neçar kirin mafê gelê Kurd bipejirînin, îro meydana şer zêdetir li ser milê we ye, şerê giran li ser milê we ye, baweriya min wiha ye hûn wê demê jî serkeftinê mezin bi dest tînin û plana nehez û dijminan puç û vala dikin. Ji ber ku birastî gelek nexweşe dema dibînîn hinek xwe bi rewşenbîr bizanin çavsaxiyê ji bo dijminê gelê xwe bikin, bên kultûra we û dîroka we xebata Pêşmerge û xwîna şehîdan hemû wenda bikin û erzan bikin, nivîskar û rewşenbîran tikayê li we dikim wê meydanê ji bo xwefiroşan û dijmin û nehezan vala nekin.

Îro rojeke dîrokiye, min çi axaftineke din nîne îro ji we re bibêjim ji bilî wê yekê dibêjim dest û çavê wan maç dikim ku xwe neçemandin û xwe naçemînin, mîlletê me qurbaniyeke zêde daye, me xwîneke zêde daye, şehîdê me gelek bi qedrin, xwîna wan gelek bi qedre, nabê em rê bidîn dijmin û nehezên me dilê xwe bi wê yekê xweş bikin îro bibêjin “Me îradeya we şikand” ji ber ku eger îradeya me şikiya, me hîç qedir û bihayek namînê û ew destkeftên hene jî ew jî ji dest diçin.

Back to top button