Civak

Xema PKKê ne netewî ye. Dijî serxwebûnê ne

Kurdistanî dibêjin, PKK û PYD di siyaseta xwe de tenê xizmeta neyarên gelê kurd dikin û li dijî neteweya kurd in, herwiha li dijî serxwebûna Kurdistanê ne. Derbarê siyaseta PKK û PYDê, çavdêrê siyasî Ehmed Gilî ji Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK û PYD bûne dare destê neyarên kurdan û tenê tên bikaranîn li dijî referandum û serxwebûnê û Serok Barzanî. PKK li sala 1991ê li dijî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê şer kir, ku dema parlemantoya Kurdistanê hat avakirin, gotin ku ev parlemanto li dijî herçar perçên Kurdistanê ye, lê niha bo Şingalê û gelek navçeyên kesk û şîn pêşniyaza kantonan dikin û li dijî hemû pêngavên Serok Barzanî ne bo gehîştin bi serxwebûnê.” Çavdêrê siyasî Saman Reşîd ji Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Siyaseta îro ya PKKê, siyasetek e ku tenê xizmeta dijmin û neyarên gelê Kurd dike û tişta ku berjewendiya gelê kurd tê de be li dijî wê kar dikin. Bi qestî bûne dare destê dijmin û neyaran bo cîbicîkirina ecîndayên welatên dagîrker. Li Bakuê Kurdistanê li şûna diyalog û danûstandinan berê xwe dan şer û xerabkirina bajarên kurdan û derbederkirina xelkê. Li Rojavayê Kurdistanê bûne beşek ji hêzên Esed û dijatiya kurdan dikin û sivkatiyê bi ala Kurdistanê dikin.” Mamoste Beşdar Refîq ji Hewlêrê derbarê vê pirsê ji malpera KDP.info re ragihand: “Par HDPê li Tirkiyê bi ser ket û derbasî Parlemantoya Tirkiyê bû, dilê hemû kurdan xweş bû û çaverê bûn ku PKKê gaveke pêşketî bavêje, lê diyar bû ku ew kêfxweşiya me vala bû, ji ber ku xema PKKê ne xemekî neteweyî bû , lê belê agirê dijminan helgirt û Bakurê Kurdistanê wêran kir.”   

Back to top button