Amed Demirhan ku li bajarê Bişêriya Batmanê ye û hemwelatiyê Swêd û Amerikaye heman demî de pirtukxanevaneke zîrek û jêhatiyê cîhanî tê nas kirin.
Demirhan piştî ku li Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr ya li Başûrê Kurdistanê kitêbxaneyeke pêşketî damezrand, dûyemîn kitêbxaneya xwe jî li bajaroka Yola ya Adamawa ya welatê Nîjerya kitêbxaneyeke nûjen û elektronik saz kir û navê Nîjerya jî xist nava wan welatên ku xwedî kitêbxaneyên nûjenin.
Ev karê nû yê Amed Demirhan ji aliyê Serokê Komeleya Kitêbxaneyên Amerika ve li sala 2013 an de hate xelatkirin û her wiha ji aliyê Komîsyona Kitêbxaneyên Zanîngehên Nîjerya ve li sala 2012 an de hatibû xelatkirin. Projeya Demirhan li warê navdewletî de bi awayeke erênî hate nirxandin û bi vî awayî jî navê Nîjerya ket nava wan welatên ku xwedî kitêbxaneyên nûjenin.
Helbet bi vî karê serketiyê Demirhan xelkê Nîjerya gelek bi şanaziyê ve temaşa Amed Demirhan dikin ku welatê wan jî kete nava rêzbenda wan welatên di warê kitêbxaneyan de pêş dikevin.
Çavkanî:
http://lj.libraryjournal.com/2014/03/people/movers-shakers-2014/movers-on-the-map-2002-2014/
http://lj.libraryjournal.com/2014/03/people/movers-shakers-2014/movers-shakers-2014/
http://lj.libraryjournal.com/2014/03/people/movers-shakers-2014/amed-demirhan-movers-shakers-2014-advocates/