Cîhan
Xeberekî gelek xweş li ser dawî hatina Korona
Michael Lifshitz zanayê warê kîmyayê yê zanîngeha Stanford ku xwediyê xelata Nobel e, eşkere dike di demeke gelek nêzîk da şewba Korona li Amerîka û hemû cîhanê bi dawî dibe û dibêje: xala herî girîng niha de kontrolkirina tirsê ye.
Hêjayî gotinêye Michael Lifshitz li meha dûya îsal pêşbînî kiribû şewba Korona ji Çînê ve li cîhanê da belav bibê.
Belavbûna şewbê di destpêkê û dawî hatina wê û kêmbûna hejmara miriyan li Çînê destnîşankiribû ku hejmara wan kesên ji ber şewbê li Çînê dimirin digihe (3.250) kesan, ewên tûşî nexweşiyê jî dibin bigihe (80 hezar) kesan. Encamê de rastî û pêşbîniyên wî zanayî tekez dikin li Çînê (81) hezar tûşî şewba Korona bûn, 3.200 kes jî canê xwe ji dest dan.