Cîhan

Ford amêra henasedanê berhemtîne

Kompanya Ford berhemhênerê mezinê otombêla Amerîkî radigîne ku dest bi berhemanîna amêrê henasedanê dike.

Kompanya Ford balkişandiye li ser wê yekê ku wekî kompanyayên dinê Amerîka li van rojan da li ser daxwaziya Hikumeta Amerîka ku daxwaz kiriye her kompanyayek li gor şiyana xwe dest bi dirustkirina amêrên tendirustiyê yên ji bo rûbirûbûna şewba Korona pêwîstin bikin.

Kompanya Ford wê yekê daye zanîn ku projeyeke wan heye bi hevbeşî li gel beşa tendirustiya kompanya General Elektrîk û kompanya “Sry M” dest bi dirustkirina amêrê henasedanê bikin. Kompanya Ford navê vê projeya hevbeş bi “projeya Apolo” bi nav kiriye.

Back to top button