Cîhan

Amerîka zêdetir alîkariya Iraqê dike

Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka 670 hezar dolarên Amerîkî ji bo rêgirtina belavbûna Kovîd-19 li Iraqê terxan kir, eve jî li rêya sindoqa nexdî ya Hawar Hatina nexweşiyên veguhestiyên ser bi Ajansa Amerîkî ya Geşepêdana Navdewletî ve tê kirin.

Ajansa Amerîkî ya Geşepêdana Navdewletî (USAID) van alîkariyan li rêya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ve ji bo yarmetîdana amadekarî û rûbirûbûna Kovîd-19 li Iraqê da têkirin. Ev alîkarî hevkar dibin ji bo bi dest ve anîna armancên plana stratejiya amadesazî û bersîvdana rêgirtina zêdetir belavbûna Kovîd-19 li wan welatên têda belavbûye yan li metirsiyê dane, her wiha ji bo kêmkirina bandorên belavbûna li hemû welatan tê kirin.

Matthew Tueller Balyozê Amerika li Iraqê got: “Ragihandina vê alîkariya îro nîşana hevkariya bi hêz ya di navbera Amerîka û Iraqe. Em pabendîn bi cengên dijî wê şewba cîhanî li gel xelkê Iraqê dayîn. Ev piştevanî li rêya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ve hatiye dabîn kirin û raste rast şiyanên welat pêşdixin li cengê dijî belavbûna Kovîd-19.

Back to top button