Cîhan
Bijî Yunanîstan!
Konsolxaneya Giştî ya Yunanîstanê li Hewlêra paytexta Kurdistanê li peyamek de pîrozbahiya serxwebûna Yunanîstanê li Yunaniyên li Kurdistanê dike û dibêje bijî Yunanîstan.
Li daxuyaniya Konsolxaneya Giştî ya Yunanîstanê li Hewlêrê de hatiye gotin ku îro ji ber vê rewşa ku li welatê me û hemû cîhan têda derbasdibe, bi peyaman roja serxwebûnê pîroz dikin. Em nikarin li kolan û qadan û bi şahî û ahengên girseyî li Hewlêrê encam bidin.
Her wiha berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku em dikarin li malên xwe û li Konsolxaneya xwe ala xwe bilind bikin ku ew bîr û ramanên me digihe ruhê wan têkoşerên azadîxwaz. Roja ji dayikbûna te pîroz be! Bijî Yunanîstan.