Civak

Xebatkerê kurd Dehamê Mîro wefat kir

Sekreterê berê yê Partîya Demokrata Kurd – ElPartî Dehamê Mîro koçbar bû. Polîtburoya PDK – ElPartî jî di evê bareyê de daxuyannameyek belav kir.


Dehamê Mîro doh koçbar bû û li bajêrê Dêrikê û di demjimar 10:00 ê serê evê sibehê de, li gundê xwe hat veşartin.

 

Berpirsê ragihandina PDK – ElPartî Nûrî Birîmo di evê bareyê de ji PNA re da xuyakirin, ku Hacî Dehamê Mîro doh piştî nîvrojê koçbar bû û ew bi evê boneyê, pirse û serexweşîyan li gelê kurd û kurdistanê dikin.

 

Dehamê Mîro yek ji têkoşerên bizava rizgarîxwaza gelê kurd bû û dostekî nêzîkê Barzanîyê nemir bû. Ewî beşdarî di şoreşa Îlonê jî de kirbû û di çend kongireyên Partîya Demokrata Kurdistanê jî de çavdêr bû.

 

Nûrî Birîmo weha jî da nîşandan, ku Dehamê Mîro heft salan ji alîyê desthilatdarîya Sûriya ve hat zîndanîkirin, ji ber ku ew li dijî projeyê Zinara Erebî (elhizam Elerebî) bû.

 

Dehamê Mîro li gundê Sêgirka Mîro di sala 1921 de ji dayik bûbû û di sala 1970 de û piştî kongireya Nawpirdan (başûrê kurdistanê) bûye berpirsê ElPartî û di evê kongireyê de, herdu baskên ewê çaxê yên ElPartî hevdu girtin.

 

Di sala 1972 de û di kongireya yekem de, Dehamê Mîro bû sekreterê PDK-ElPartî û ev kongireya han, li devera Bamernê ya başûrê kurdistanê hat sazdan.

 

Desthilatdarên Sûriya di sala 1973 de Dehamê Mîro girt û şeş sal û heşt mehan wî xistin zîndanê de.

Li ser navê malpera xwe Rojevakur pirse û sersaxiyê pêşkeşî malbata xwedêjêrazî û hemû endam û dostên Elpartî dikin. Serê gelê kurd sax be.

Back to top button