Polîtîk

Konsolosê Îngilstanê bi simbêl û cilên kurdî xatir xast (FOTO)

Bi minasebeta bi dawêhatina wezîfeya wan li herêma Kurdistanê, doh êvarê fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê şahiyeke bi rê kirinê bo Jeremy Macadie konsolosê konsolxaneya Berîtanyayê ya li Hewlêrê û Morêg Henderson berpirsa ofîsa Neteweyên Yekgirtî ya li herêma Kurdistanê az kir.

Di şahiyê de ku serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, hijmareke wezîran, konsolos û nûnerên welatên biyanê yên li herêma Kurdistanê û waliyê Hewlêrê amadebûn, Felah Mistefa berpirsê têkeliyênderve yê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got:

– Cîyê dilxweşiya me ye ku nûnerên 17 welatên biyanê li herêma Kudistanê di şahiya vê êvarê de beşdar in. Beriay dawiya îsal her du welatên erebê Misr û Urdin jî dê konsolxaneyaên xwe li herêma Kurdistanê vekin. Bi vî awayî jimara nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê dibin 19 welat. Hindeke welatên di jî hene em bio rêya wezareta derveya Îraqê di danûstandinan de ne digel wan welatan.

FOTO GALERÎ

Back to top button