Civak

Civînek li ser rewş Kurdistana Rojava

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu û Gelên di bin Tehditê de ne (GfbV) bi navê ”Civîn li ser rewşa nû ya Kurdên Rojava û Sûriyê” civînek li dar dixin. Civîn, di roja 14.11.2010, Yekşemî, saet 13.00´an de li ”DGB-Haus / Hans Boeckler Platz 1, 50672 Koln”ê de wê pêk bê û Raportorê GfbV Dr. Kamal Sîdo wek gotarvan civînê de wê amade bibe.

Daxuyaniya li ser civînê, ku ji aliyê herdu rêxistinan hatiye amade kirin weha ye:

”Her roj li ser girtina Kurdên Rojava û muxalifên Sûriyê agahdariyên nû dikevin destê me. Li gor agahdariyên nû Kurdên ku hemwelatiyên Almanyayê ne, dema bo serdanê diçin Sûriyê ji aliyê hezên ewlekariya Sûriyê ve tên binçavkirin.

Avîda Hawas ê Silo yê 38 salî, zewicî û xwediyê çar zarokan e. Silo ji sala 1995´an vir ve li Almanyayê dijî.  Di 13 Îlona 2010´an gava xwestiye malbata xwe ziyaret bike, ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê li ser sînorê Sûrîyê di nabeyna bajarê Qamişlo û Nisêbînê hatiye girtin. Ji wê rojê vir ve li ser binçavkirina wî tu agahdarî nadin malbata wî.

Dîsan siyasetmedarên Kurd  Adv. Mehemed Mustefa, Hesen Salih û Maruf Melle Ehmed ji 26 .12.2009´an vir ve ji ber fikir û ramanên xwe yên siyasî hatine binçavkirin. Li gor agahdariyên destê me de rewşa tendurustiya wan ne baş e. Hêza ewlekariya Sûriyê, rê nade avûqat û malbatên wan ku wan bibînin.

Li ser paşve şandina penaberên ku ji Sûriyê hatine Almanyayê, peymanek navbeyna Almanya û Sûriyê de hatiye girêdan. Di nav wan penaberan de Kurdên bê nasname û muxalifên Sûriyê hene. Her usa Kurdên Başûr jî ku li ser riya Sûriyê ve hatine hene. Hejmara penaberên ku ji Sûriyê hatine nêzî 7000 e.

Sûriye dewletek wisa ye ku her tim mafê mirovan îhlal dike, azadiya firki û ramanê di bin zorê de digrê. Girtin û biçavkirina keyfî ya însanan kiriye karê xwe yê rojane. Li gor peymana paşve şandina penaberan, gava penaberan dişînin Sûriyê, her li balafirgehê de wan digrin bin çavan. Sebeba girtina wan jî ”Biçûk xistina dewleta Sûriyê li derveyê welat” e. Ev lêpirsîna ji bo hemû penaberên ku Sûriyê terk kirine hatine Ewrûpayê tên kirin. Netica vê lêpirsînê pir caran ceza girtina hepsê û bi taybetî jî qedexekirina jiyana wan ya li Sûriyê dibe.

Li Sûriyê rewşa mafê mirovî û helwesta dewleta Sûriyê çi ye?
Bo çi li Sûriye cudakarî û teda li Kurdan tên kirinê? Xeterên li pêş wan çi ne?                                   Bi çi awayî jiyana wan bên parastin?

Rêxistina Gelên ku di bin Tehdîtê da ne (GfbV) û Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu,  bi raportorê GfbV Birêz Dr. Kamal Sîdo re civînek li ser ser rewşa nû ya Kurdên Rojava û Sûriyê pêk tîne.

Amadekar: Rêxistina Gelên ku di bin Tehdîtê da ne (GfbV),                                                  Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu”

Back to top button