Civak

Kurdên Munîhê beşdarî hilbijartina Encumena Biyaniyan dibin

Kurdên bajarê Munîhê yê Elmanya, bi navê Azadî-Civata Kurdan li Munîh beşdarî hilbijartina Encumena Biyaniyan li Munîhê dibin. Hilbijartin di 21.11.2010´an de tê li dar xistin.
Kurd ji bo agahdariyan malpereke înternetê ya bi du zimanî (Elmanî û Kurdî) û sê zaravayan (Kurmancî, Zazakî û Soranî) û bi du elfabeyan (Latînî û Erebî) amade kirine. Di malperê de agahdariyên berfireh li ser armanca lîsta Kurdistanî, li ser berendaman û li ser hilbijartin û giringiya hilbijartinê hatiye dayîn.
Navnîşana malpera Lîsta Kurdistanî weha ye: http://muenchener-kurden.de/?lang=de

Back to top button