Polîtîk

Di CHP-ê de Bahoz

CHP bi temamî serubin bû. Wek tê zanîn piştî îstifa serokê berê yê CHP-ê Denîz Baykal , ji Dersimê Kemal Kiliçdaroglu bû serokê CHP-ê. Kiliçdaroglu bi hêza hinek aliyan bû serokê CHP-ê.

Duh nexweşiya di nav partiyê de eşkere bû. Kiliçdaroglu û sekreterê partiyê Onder Sav gelek giran dijê hev di medya yê de axivîn. Duh Meclisa Partiyê civîna xwe kir, lê Kiliçdaroglu û hevalên xwe tevlî civînê nebûn. Piraniya Meclisa Partiyê li gel Onder sav e û wan civîna xwe pêkanî. Ji aliyek din Kiliçdaroglu komiteya reverbir ya nû ragihand.

Herweha niha du komîteyên revebir di partiyê de hene. Duh êvarî di nav layengirên herduyan de li Merkez a partiyê hevçûn çêbû . Onder Sav û hevalên xwe doza civandina kongreyek awarte dikin.

Rewşa CHP-ê gelek xirabe û dê rojên pêşiya me de hinek tişt zelal bibin.

Back to top button