Polîtîk

Erdogan: Çek bêdeng bibin operasyon çênabin

 

Serokwezîr Erdogan, berî birêketina xwe ya Kosovayê, li Balafirgeha Eseboga ya Enqereyê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Erdogan, di civîna ku televizyona dewletê TRTyê de bi zindî hate weşandin de li ser pirsa, “Tê gotin ku kesê teqîna Taksîmê pêk aniye sala 2004ê beşdarî PKKê bûye. Şîroveyên provokasyon e têne kirin, tu beşdarî van şîroveyan dibî?” ev bersiv da:

“Niha ji bo hin nirxandinan zû ye. Her çend bê gotin ku berê li Xakurkê maye û vê yekê bînin rojevê jî, gelo têkiliyên vî çi ne çî nînin? Hêj zû ye ku mirov vana aşkere bike. Lê a girîng ew e ku encama heta îro bi dest ketiye. Ez bawer dikim ku bi vana jî dê zelal bibe ku dê derbarê xwekujî de têkiliyên pir cudatir derkevin holê.”

Li ser pirsa domkirin an domnekirina operasyonan jî Erdogan weha got, “Jixwe gava ku rêxistina terorê çek danîn tu pêdiviya hêzên ewlekariyê jî bi operasyonan namîne.”

Erdogan li ser pirsa hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî ev tişt gotin, “Ev ji berê de tim hatine pêkanîn. Sibê jî dê bên pêkanîn. Çima? Ji ber ku dewlet dê encamê jê bistîne. Helbet dê çêbe. Heke bê xwestin encamek bê girtin diviya gavên weha bêne avêtin. Ev hatine avêtin, tên avêtin û dê bêne avêtin jî…”

Erdogan, Serokê TBMMê ji ber ku serlêdana parlamenterên berê yên DTPê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê ya bo lêvegerandina parlamenteriyê qebûl nekiriye, mafdar dît.

(AKnews)  

Back to top button