Civak

Li Mêrdînê hezaz : 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Mêrdînê ya Midyadê hezazekî pêk hat û du encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qeymeqamê Midyadê da zanîn ku bûyer li gundê Selhêyê pêkhat û di bûyerê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan 5 kesan jî brîndar bûn. Di bin erdê de çend kes mane hîna jî ne diyar e.

Gundê Selhê ji Midyadê 10 kîlometre dûre û tê gotin ku gundiyên Selhê ji bo gundên xwe çalikekî vedikirin ( kanalîzasyon ) kortê çalikê ji kûrahî ve 5 mîtro û ji firehî ve jî 25 mîtro bû û bi carkî ve ax hazaziye û bi dehan gundî di bin erdê de man.

Piştî bûyerê ambulans û ekîbên rizgarker hatin gund . Gundiyan bi bêr û tevî 5 kes xilaskirin û termê 6 kesan jî ji bin erdê derxistin.Xebatên li gundê Selhê hîna jî berdewama.

Navê kesên ku mirin ew in : Mikrime Batı, Şevki Altunkaynak, Zahide Güneş, Azize Tapmaz, Nafize Güneş û Celal Tapmaz.

Back to top button