Polîtîk

Xebata çekdarî ji bo serxwebûnê tê kirin

Parlementerê  Ak Partiyê yê kurd Mehmet Metiner, bernameyek ya kanala TRTê de behsa pêvajoyê kir û got mirov ji bo serxwebûnê şer dike, ji bo tiştên din xebata çekdarî ne pêwiste.

Parlementerê Adiyamanê Metîner di vê derbarê de got:
Hinek alî li ser daxwaziyên PKKê gotubêjê dikin. Ev ne raste. Dema PKK xwe fesih bike divê bila partiyek din damezirîne û divê bila bi BDPê xebata xwe berdewam bike, ji bo tiştên ku daxwazê dike ne hewceye tekoşînê bi çekdarî bike. Ji bo Kurdistana serbixwe mirov dikarê çêkan kar bîne. Lê ji bo perwerdeya zimanê dayîkê, ji bo xweseriya demokratîk mirov çekan kar nayne.

Back to top button