
Zêrevan Salih Mihemed Şêwekarekê bajarê Dihokê ku temenê wî 37 sale xaniyek li ser şêwazê Berûyê avakir. Wekî ku ew dibêje projeya wî çar salan domandiye û nêzîkî 20 hezar dolar lê xerc kiriye.
Zêrevan Salih Ehmed sûd ji dema karantîneyê wergirtiye û ew dema ku li karantîneyê da bu, ew bi xwe mijulî karê xanî bûye.
Şêwekarê Dihokî Mamostaye li Peymangeha Hunerên Ciwanên Dihokê, û di derbarê projeya xwe ya xaniyê xwe yê Berû de dibêje: “Hizra projeya dirûstkirina xaniyek li ser şêweyê Berû vedigerê li ser hez û daxwaza mina li ser Berû û dema min pêwîstî bi xaniyek hebû li nav bax û bîstanê da min xwest xanî li ser şêweyê Berûyê dirust bikim”.