
Hikûmeta Kurdistanê 10 milyon dolar hevkariyên xêrxwazan li ser xelkê hejar da dabeş dike û Peyvdarê Wezareta Karubarê Civakî jî radigihîne pere hemû dikin xorek û erzaq û nêzîkî 200 hezar malbatên hejar jê sûdmend dibin.
Aryan Ehmed Peyvdarê Wezareta Karubarê Civakî ragihand, ew 20 milyon dolara xelkê xêrxwaz bi Hikûmetê bexşîne ji bo rûbirûbûna virusa Korona ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê dabeş dikin, lê belê dabeşkirin bi awayek bûye 10 milyon dolar ji bo kertê tendirustî û 10 milyon dolarên din jî ji bo Wezareta Karubarê Civakî buye.
Her wiha Ehmed got: Ew 10 milyon dolarê ji bo Wezareta Karubarê Civakî hatiye terxan kirin, li ser parêzgehan hatiye dabeş kirin û lîjneyekê bilind bi Serokayetiya Wezîrê Karubarê Civakî pêkhatiye û li her parêzgehek lîjneyek pêkhatiye ji bo tomarkirina navên xelkên hejar û kêmderamet.