Polîtîk

Wezîrê Iraqê gefa destbirînê li karmendên Wezareta xwe dike

Wezîrê Navxweya Iraqê gefê li efser û piledarên Wezaretê dike û dibêje: Her kesek kirîn û firoştinê bi pile û postên Wezaretê de bike destê wî dibrîn.

Osman Xanimî Wezîrê Navxweya Iraqê ku roja pênçşema derbasbûyî ji Parlemenê baweriyê wergirt, di dema civîna xwe ya li gel hejmarek efser û piledarên Wezareta Navxweyî behsa babeta gendeliyê û kirîn û firoştina pile û postên li Wezaretê de kir û hişyariya destbirînê bi wan kesan kir ku wê karê dikin.

Osman Xanimî dibêje: ”Nabê efser û piledar dest û hêviya xwe bi hewla kirîna postên li Wezareta Navxweyî de bikin û li ser xelkên paqij û kêrhatî de baz bidin û postên wan bi dest ve bînin. Ez gelek bi eşkere dipeyvim û ji îro pêve ev babet bi dawî hat. Her kesek wê karê bike bi yasa destê wan dibrim”.

Back to top button