
Hêvî Husên ew keça Kurde ku berî dû salan zanî ku tûşî nexweşiya şêrpençe buye, ewê nehişt nexweşî wê lawaz û bêhêvî bike û bi hêviyê ve temaşeya jiyanê kiriye û li vê demê de fêrî wênekêşan buye.
Li hevpeyvîneke taybet de Hêvî Husên got: Li xwêndinê da min heta qonaxa navendî xelas kiriye paşê min dev ji xwendinê berda û min hîç karek nekiribû. Lê piştî ku tûşî şêrpençeyê bûm fêrî hunera wênekêşanê bûm û eve jî jiyanekê nû bi min bexşî, ez bawerim hunera min behreyekî xwedayî ye.
Dema tûşî nexweşiya şêrpençeyê bûye, xemgîn bûye, lê belê li gel ewe da jî hest bi lawaziyê nekiriye û dibêje: Min nexwest xwe radestî şêrpençe bikim, ji bo wê yekê min bi destê xwe pora xwe jêkir, lê belê ji dilê min nehat bavêjim û min jê firçe dirust kir, paşê min yek ji sohravên xwe firçeyê reng kir û min wêne li ser paketên dermanên xwe kêşa. Ji wê demê ve daxwaza wênekêşanê li dilê min de dirust bû.
Niha Hêvî tendiruste û nexweşiya xwe derbaskiriye û dibêje: Ji bo zalbûna li ser nexweşiya min diviya neştergeriyê bikim û dilê xwe xweş bigrim û morala xwe bilind bigrim. Wênekêşan wê morala bilind ji min re bexşî û bûye sedema rizgarbûna min ya ji nexweşiyê. Ji ber ku ji wê demê de min hîç li hizr û bîra nexweşiyê nedikir tenê xeyala min li ser ewebû ku divê bibim şêwekar.
Hêvî heta niha beşdariyê li sê pêşangehên hevbeş da kiriye û xwediyê 40 tabloye. Tabloyên wê zêdetir ji wêneyên xwezayê pêktên û gelek car jî seramîk û gulên hişkbûyî û heriyê têkilî wêneyên xwe dike û sîmayekî taybet bi wan dibexşê.
Mihemed Cemal








