Dosya

Xalên giring ku pêwîste di destûra nû de cî bigirin

Serokê partiya maf û azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel diyar kir ku, di destûra nû ya Tirkiyê de divê nasnameya kurdî bê naskirin û statuyeke federal bo kurdan bê dayîn û zimanê kurdî jî li Kurdistanê bibe zimanê fermî. 

Sêyemîn civîna li ser destûra nû ya Tirkiyê ya ji aliyê HAKPARê ve tê amadekirin, bi beşdariya nûnerên Partiya Has, BDP, EMEP û ODPê li bajarê Elezîzê hat sazkirin. 

Di civînê de, serokê HAKPARê Bayram Bozyel behsa wan xalên giring ku pêwîste di destûra nû ya Tirkiyeyê de cî bigirin kir û got:

Divê di dariştina destûra nû de, kemalîzm wek jêder neyê girtin. 

Nasnameya kurdî bê qebûlkirin û mafên bingehîn ên kurdan di destûrê de cih bigirin. 

Zimanê kurdî li Kurdistanê li kêleka zimanê tirkî bibe zimanê fermî. 

Divê statuyeke ferdral ji kurdan re bê dayîn

Divê di qonaxa dariştina destûra nû de hemû aliyên civakê beşdarî bikin, heke ev pêk neyê, seqayek azad û demokratîk pêk nayê. 

Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de  got ku, ji bo ku zemîna nîşqaşek azad pêk bê, dive; qanûna cezayê ya tirk,  qanûna tekoşîna dijî terorê û qanûna partiyên siyasî û bên guhertin.

Back to top button