Polîtîk

Xalek reş di dîroka PKKê de

Li gora nûçeya Bas News, nivîskarekî kurd nehêniyeke mezin a PKK aşkere dike û radgehîne ku, PKK ji arşîfa partiya xwe ditirse ev yeke, ji bêserûberiya gotar, dirûşim û siyaseta wê partiyê ye.Nivîskarê kurd Hoşeng Osê li ser rûpela xwe ya taybet Facbookê babetek bi navê “Ew çi partiye ji wêyekê ditirse ku, xelik li nav erşîfa wî bigerin?” nivîsî bû, di gotara xwe de dibêje: “Berî demekê min dixwest gotereke rexneyî derbarê ast û reftarên PKK binvîsînim û ji ber ku, min nexwest tenê nerîna xwe derbirînim li erşîfa PKK geriyam, taybet jî erşîfa rojnameya Serxwebûn piştî geryanê min dît ku, erşîfê rojnameyê ji sala 2013 heta sala 2016 hatiye jinav birin.”Herwiha Osê got jî ku, tiştekî seyr û şerme partiyek erşîfa xwe ya çar salan reş bike, ev yeke jî xaleke reş ê dine di dîroka PKK de.Herwiha ew nivîskarê kurd dipirsê gelo ew partiya ji erşîfa xwe ya çend salên borî ku, di rojnameya xwe de belav kiriye bitirse dê çi rû bide eger yek biçe nav erşîfa PKK û belgeyên wê yên nehênî li nav dezgeha istixbarata Sûriy, Iraq, Îran û Tirkiyê bigere û bibîne?Di dawiya nivîsîna xwe de Hoşeng Osê dibêje ku, ew partiya ku, ji erşîfa xwe bi tirse dê çawe bergiriyê ji azadî û azadîxwazan re bike û rexne li nerênên azad bike? Lê ev yeke ji dest çû ji ber min erşîfa wê rojnameyê j sala 1982 û heta 2016 li cem xwe parastiye ku, dike 417 hejmarên rojnameya Serxwebûn.

Back to top button