Erdheja li Tirkiye, Suriye, bakur û rojavayê Kurdistanê çêbûyî de roj bi roj hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Li gorî meznahiya karasata rû dayî hêja bi hezaran insan di bin kavlên avahiyên hatîn rûxandin de mane. Li gora daxûyaniya Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ihtimala hêjmara kesên mirî bighe 20 hezaranç ev yek jî mezinahî ya vê tofanê dide xûyakirin.

Roja Sêşemê 7ê Sibata 2023ê Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 2 hezar û 921 kesan û hejmara birîndaran jî bo 15 hezar û 834 kesan zêde bûye. Herwiha 7 hezar û 840 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gor amarên fermî, hejmara wan welatiyên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane gehiştiye hezar û 444 kesan. Bi vê jî hejmara welatiyên ji ber erdhejê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê canê xwe ji dest dane gehişte 4 hezar û 365 kesan.

Hevdem Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî ser bi Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku heta 20 hezar kes ji ber erdhejê canê xwe ji dest bidin. Berpirsa Bilind a Tendirûstiya Cîhanî Catherine Smallwood dibêje: “Berdewam egera herifîna zêdetir heye, lewra em pêşbînî dikin hejmar heşt qat zêde bibe.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: