Civak
WHO 4 ton pêdiviyên pizîşkî dişîne Kurdistanê

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî – WHO çar ton pêdivî û keresteyên pizîşkî dişîne Herêma Kurdistanê û Peyvdarê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Hemû rêkarên ji bo gihîştina pêdiviyan temam bûne û hevkarî li vê heftiyê da digihe”.
Dr Mihemed Qadir Peyvdarê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand “kereste û pêdiviyên li kelupelên pişkinînê, hejmarek kîtên pişkinînê, oksijen û kelupelên pizîşkiyên Korona pêkhatine”.