Kultur

Wezîrê Perwerdeyê Kurdistanê Planek nû eşkere dike

Wezîrê Perwerdeyê Kurdistanê Xwendingeheke elektronî ragihand

Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Kurdistanê platformekî bi navê “Xwendingeha Elektronî” ragihand ku malperek dibê û li rêya malpera www.ewane.krd xwendekar dikarin serdana wê bikin.

Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Kurdistanê ragihand ji bo her xwendekarek kodekî taybet hatiye dirustkirin ku dikarin ji wir ve babetên wane û dersên xwe bibînin ku li xwendingehê de xwendine û hatine tomar kirin. Her wiha Mamosta jî dikarin li gel xwendekaran li peywendiyê da bin.

Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku ev prose proseyekî palpiştîkare û têda mamosta dikarê li gel xwendekaran li peywendiyê da bê bi awayeke guftûgo û nivîskî û video û deng.

Heman demî de Alan Heme Seîd behsa ewe kir ku Wezareta Veguhestin û Gihandinê li gel gelek kompanyayan peywendî kirine ku ev portal bi awayeke bêberanber (Free) berdestbê, beşa zêdeyê kompanyayan jî amadeyiya xwe derbirine vê karê bikin.

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/250536936086972/

Back to top button