Cîhan

Putin jî êdî nikare piştgiriya Esed bike

Lêkolîner û şarezayên siyasetê didin zanîn ku berpirsên Wezareta Derveya Rusya diyar kirine ku êdî Serokê Rusya wekî berê nikare piştgiriya li Beşar Esed bike. Her wiha eger Esed di demekê nêzîk da hinek daxwaziyên Rusyayê bi cîh neyne êdî Rusya wê kar ji bo nehiştina Beşar Esed jî bike.

Hinek lêkolîner vê yekê vedigerînin li ser rewşa aboriya xerab ya welatê Rusyayê, hinek kesên din jî didin zanîn ku nexêr ne ji ber rewşa aboriye belku Rusyan daxwaz ji Beşar Esed kirine ku zûtirîn demê da karê amadekirina destûreke nû ji bo Sûriyê bi dawî bîne û li gel Kurdan û aliyên dinê rikeberan jî pirsên hene çareser bike. Lê heta niha Beşar Esed wan daxwaziyên Putîn qebûl nekirîne û ew yek jî bûye sedema wê yekê ku Putîn ji Beşar Esed dilgiran bûye û dibe ku karên ji bo nehiştina Beşar Esed li desthilatê jî bike.

Back to top button