Cîhan

Wezîrê Parastinê:Çekûça Nîvê Şevê operasyonek bê hempa bû.

Çekûça Nîvê Şevê: Wezîrê Parastinê Hegseth hûrguliyên operasyonel ên êrîşên Amerîkî li ser navendên nukleerî yên Îranê eşkere dike.
Êrîş serkeftinek bêhempa û berbiçav bûn ku bi mehan û hefteyan ji bo bicihkirinê dom kir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth,piştî êrîşa Amerikayê li ser Îranê roja yekşembê li Qesra Spî de civineka çapemeniyê li darxist. Hegseth got ku, Êrîşên leşkerî ya Amerîkayê li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê bi navê Operasyona Çekûça Nîvê Şevê hatine kirin.

Hegseth got: “Êrîş serkeftinek bêhempa û berbiçav bû, ku bi mehan û hefteyan ji bo bicihkirinê dom kir.”

Hegseth got ku êrîşan ne leşkerên Îranî ne jî mirovên wan kirin armanc, lê wan tesîsên nukleerî yên Îranê ji holê rakirin.

Hegseth got, “Operasyona ku Serok Trump plan kiribû wêrek û jîr bû, nîşanî cîhanê da ku astengkirina Amerîkî vegeriyaye. Dema ku ev Serok diaxive, divê cîhan guh bide.”

Back to top button