Polîtîk

Wezîrê Neftê Îranê dibe Kurdekî Şîî

Hesenê Ruhanî Serok Komarê nû yê Komara Îslamiya Îranê sondxwar û bi fermî dest bi kar kir û kabîneya xwe jî eşkere kir ku yek ji wezîrên wan, Wezîrê Neftê Îranê Kurde. 

Ruhanî îro ku li parlementoya Îranê sond xwar, piştî wê axaftinek kir û diyar kir ku kesên ku deng dane wî yan nedanê û kesên ku neçûne ser sindoqên dengdanê jî welatiyên Îranî ne û xwedî mafên xwe yên welatîbûnê ne û got: “Ez nûnerê hemû milletê Îranê me.”

Piştî axaftinê, Rûhanî lîsteya Wezîrên kabîneya xwe pêşkêşî Elî Larîcanî Serokê Parlementoyê kir û Larîcanî jî ragihand, parlemento wê piştî heftiyekê derbarê kabîneya nû de biryarê bide.

Kabîneya Rûhanî ji 18 wezîran pêk hatiye ku di nav wan de tenê Bîjen Zengene Kurde ku ji bo Wezareta Neftê hatiye pêşniyarkirin. Bîjen Zengene Kurdekî Şîe û xelkê bajarê Kirmaşanê ye û di dema Serok Wezîriya Mîr Husên Mûsevî, Serok Komariya Mihemed Xatemî û Haşimî Refsencanî de jî wezîr bû.

Kurdên Rojhilata Kurdistanê û Kurdên Îranê bi giştî daxwaz dikirin ku Rûhanî li hember dengên ku ji Kurdan wergirtiye, herî kêm Wezîrekî Kurdê sunnî jî bike endamê kabîneya xwe.

Back to top button