Êvariya doh ku Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Tîgran Harotiyoniyan Cîgirê Wezîrê Aboriya Komara Ermenistanê û şandekî li gel kiribû. Cîgirê Wezîrê Aboriyê Ermenîstanê xweşhaliya xwe ji bo vê serdanê derbirî û silav û rêzên Serok Wezîr û Cîgirê Serok Wezîrê welatê xwe gihand Serok Wezîrê Kurdistanê û ragihand ku dikarin bingeha pêwendiyekî bi hêz li warê aborî û bazirganiyê de li gel Herêma Kurdistanê dabimezrênîn.

Her wiha dûpat kir ku Ermenîstan dixwaze li çarçêweya lîjneya hevbeşa Ermenîstan – Iraqê ya çalakiyên bazirganî û aboriyê pêwendiyên xwe li gel Kurdistanê li warên cûda cûda de zêdetir pêşbixe. Her wiha tîşk xiste li ser mekanîzma pêşxistina pêwendiyan û vekirina nûnerayetiya Ermenîstanê li Kurdistanê û dixwazin hêla asmaniya raste rast li navbera Kurdistan û Ermenîstanê de vekin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand Hikûmeta Kurdistanê pêşwaziya her hengavekî dike ku bibê cihê zêdetir berfirehkirina pêwendiyan û pêşxistina Kurdistanê ya bi navê sûd û berjewendiya her dû aliyan da. Serok Wezîr her wiha destxweşiyê li vê hengava Ermenîstanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Hikûmeta Kurdistanê bi girîngiyê ve temaşa paşaroja pêwendiyan û Hikûmeta Kurdistanê li karên lîjneya hevbeşa Ermenîstan – Iraq wekî çarçêweyeke çalaka aborî û bazirganiya di navbera her dû aliyan de beşdar dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: