Civak

Wezîrê navxwe: Divê herkes dengê xwe azadî bi karbîne

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di derbarê dengdana hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de daxûyanik ragihand. Şingalî da diyarkirin ku, beşdarbûna hilbijartina û dengdan mafê herkesekê di civaka Kurdistanê de ye.Nabê ti berpirsîyar, efser, an jê fermanbar ji bo dengdanê guvaşê bêxe ser kesekî ji bo dengê xwe bide aliyekî.Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ji bo tevahî parêzgehan, rêveberiyên serbixwe yên herêmî, hemû fermangehên ser bi wezaretê biryarnameyek belav kir û rêveberiyên giştî yê yên asayîşê biryarnameyek derxist.Di biryarnameyê de tê gotin: “Weke hûn jî agahdar in, proseya hilbijartin mafeke rewa, destûrî, demokratîk û misoger e ji bo hemû takekesên civakê, mafê hemû hemwelatiyan heye bi azadî û bêyî sansûr beşdarî hilbijartinan bibe, bi taybetî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dengê xwe bide namzedê ku hildibijêre.”Wezîrê Navxwe ragihand: “Ji ber vê yekê, xwediyê kîjan pile û payeyê be û di kîjan astê de dibe bila bibe, nabe ti berpirs, efser, fermanber û karmendek gefê bixe ser efser, karmend û fermanberan daku dengê xwe bi neçarî bide berbijêreke diyarkirî.”Kerîm Şingalî eşkere kir, ku kesên vê rênimayê guhdar nekin dê li gorî yasayan rûbirûyê cezayên tund bibin.Biryare roja 30ê Îlona 2018ê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin. Roja 28ê Îlonê jî dê hilbijartinên taybet birêve biçin ku hêzên ewlekariyê têde dengên xwe bidin.

Back to top button