Polîtîk
Wezîrê Derveyê Fransa serdana Kurdistanê dike

Wezareta Derveya Fransa îro da zanîn ku Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa sibê pênçşem digihe Bexdayê û paşê serdana Hewlêra paytexta Kurdistanê dike.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derveyê Fransa Fuad Husên Wezîrê Derveyê Iraqê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransayê dike û pêkve civîneke rojnamevaniyê encam didin.
Her wiha paşê jî Wezîrê Derveyê Fransa li gel berpirsên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dicive.
Destpêka îsal medyayên Fransa wê yekê belavkiribûn ku li meha heft Wezîrê Derveyê Fransa diçê Iraqê û li gel berpirsên wî welatî behsa peywendiyên her dû aliyan dikin.
Her wiha sala derbasbûyî jî Wezîrê Derveyê Fransa serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê civiya.