Cîhan

Heft keştiyên Bendera Buşehra Îranê hatin şewitandin

Medyayên Îranê belav kirine ku heft keştiyên wî welatî li Bendera Buşehr hatine şewitandin û eve jî rûdana dawî ya wan zincîre rûdanên ku nediyare ku li dawiya meha hezîranê ve li dewruberê navçeya navekî(atomî) û pîşesaziyê rûdaye.

Medyayên Îranê balê dikşînin li ser wê yekê ku heta niha hîç qurbaniyek ji ber şewata wan keştiyan nebûye.

Li dawiya meha hezîrana îsal ve çendîn teqîn û şewat li dewrubera navçeya pîşesazî, navekî û serbaziyên Îranê rûdane, li nav wan da teqîn û şewata wêstgeha navekiya Netenz li 2ê temmûza 2020, lê belê heman demê ragihandina Îsraîlê jî eşkere kir ku ew ji aliyê Îsraîlê ve hatine teqandin.

Back to top button