Cîhan
Wezîrê derve yê Tirkiye serdana Bexdayê kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi serdaneke fermî gihişt Bexdayê.
Mevlut Çavuşoglu li Balafirxaneya Bexdayê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê, Ebdulkerîm Haşimî û Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz ve hat pêşwazîkirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, serdana Çavuşoglu bo Iraqê bi mebesta kêmkirina aloziyên li navçeyê ye.
Çavuşoglu di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Iraqê de, dê behsa aloziyên li navçeyê bike.
Di yekemîn hevdîtina xwe de jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya.
Hrweha biryar ewe ku Çavuşoglu li gel Berhem Saleh û wezîrê derve yê Iraqê jî bicive û îşev vagere Tirkiye.