Cîhan

Wezîrê derve yê Rusya serdana Îranê kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî serdana xwe ya duh bo Tirkiyê, îro di çarçoveya serdaneke kar de çû Tehrana paytexta Îranê. Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê serdana Lavrov de daxuyaniyek da.

Li gorî rapora TASS`ê ku yek ji ajansên nûçeyan ên dewleta Rûsyayê ye, tê çaverêkirin ku Lavrov bi hevtayê xwe yê Îranî Abbas Arakçî re hevdîtinekê pêk bîne û tê payîn ku her du kesayet li ser têkiliyên dualî yên ku bi fermî gihîştine asta “hevkariya stratejîk a berfireh” gotûbêj bikin. Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de derbarê serdanê de got: “Di danûstandinan de, dê tekezî li ser pêşdebirina zêdetir a hevkariyên bazirganî û aborî yên ji hev sûdmend di çarçoveya cîbicîkirina projeyên hevbeş ên sereke di warên enerjî û veguhestinê de bê kirin.”

Tê çaverêkirin ku Lavrov û Arakçî têkiliyên Rûsya û Îranê û rewşa Sûriye, Kafkasya Başûr, Efxanistan û herêma Kendava Farsê û geşedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov di serdana xwe ya Enqereyê ya roja duşemê 24ê Sibatê de bi hevtayê xwe Hakan Fîdan û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Lavrov hefteya borî li Riyad a paytexta Erebistana Siûdî bi hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio û şanda pê re civiya û şerê Ukraynayê gotûbêj kiribû.

Back to top button