Civak

Wezîrê derve yê Iraqê pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî el Hekîm, di peywendiyeke telefonî de bi helkevta hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Mihemed Elî el Hekîm wezîrê derve yê Iraqê,  di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê di erk û karê nû de jê re xwest.

Mihemed Elî el Hekîm û Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser bêtir pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin.

Di beşeke din a vê peywendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî spasiya peyama pîrozbahiyê ya el Hekîm kir û amadebûna Herêma Kurdistanê jibo bêtir pêşxistina peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û gotûbêjan nîşan da.

 

 

 

Back to top button