Polîtîk

Pêwistî bi vizyonek nû heye

Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li bajarê Konyayê tevlî xwarinek ya fitarê bû. Davutoglu axavtinek kir û behsa rewşa niha ya Tirkiye û herweha behsa pêwistiya tişta ku li himber vê rewşê bê kirin kir.
Gelek kes muxalefeta Erdogan dikin û xwe didin aliyekî û bê deng dimînin. Lê Davutoglu di nava tevgereki de ye û hewldana avakirina partiyekî dike.

Hinek xalên girîng di axavtina Ahmet davutoglu de:
“ Me ji jîlên berî xwe mirasek wergirt, ev mîrasê çandekî, medeniyetekî û baweriyekî bû. Ev mîras ne aîdê kesekî yan jî ditinek siyasiye. Çewe ku jîlên ji berî me bi encama muhasebeyekî ev mîras dewrê me kirin, divê em jî muhasebeyekî bikin , daku bikaribin tiştekî ji dûv xwe re bihêlin.
Divê em xwe berçavre derbas bikin,pirs ewe ku ; gelo em îro dikarin vê yekê bikin, da ku mîrasekî şûn xwe ve bihelin? Kemasiya me ya herî mezin ewe ku, azadiya ramanî tuneye ku em bikaribin muhasebeyek baş bikin. Divê her kesek bikaribe baweriya xwe di warek azad de bêje.Divê azadî hebe da ku rexne jî bêne kirin.
Ew kesên olê dikin wesiteyek ya siyasetê xiyanetê dikin.Divê em li rastiya xwe xwedî derkevin.
Post ne ji bo wê yekêne ku, kesayet werin teqdîr kirin, ji bo vê ne ku kakesayet di karê xwe çikas serketine û karê xwe pêktînin.
Pêwistiya me bi vîzyonek nû heye. Pêwistiya welatê me, welatên misilman û cihanê jî bi vizyonek nû heye. “

Back to top button