PolîtîkRojev

Wezirê derve yê Britanya serdana Hewlêr dike

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab roja roja Sêşemê, 09/06/2021, gihişt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hat pêşwazîkirin û paşê li gel Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê civîn pêk anîn.

Brîtanya yek ji wan welatan e ji piştî serhildana DAIŞê ve, di warê serbazî de alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê û di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ji 2014an ve meşq û rahênana serbazî bi 6 hezar û 600 pêşmerge û zêdetir ji 19 hezar endamên hêzên Iraqî kiriye.

Rahênan di warê şerê piyade, pûçkirina mînan, pizîşkiya serbazî û çakkirina çekan bûn. Brîtanyayê niha zêdeirî 100 serbaz û şêwirmend li Herêma Kurdistan û Iraqê hene.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ku li Bexdayê ye, di civîna li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih de, pabendbûna welatê xwe bo piştgiriya asayiş, seqamgirî û rola aktîv a Iraqê li navçeyê dûpat kir.

Li gor daxuyaniyê, daxwaza Brîtanyayê ji bo qayîmkirin û alîkariya di warê aborî, rewşenbîrî û piştevaniya weberhênanê û pêşxistina derfetên geşepêdan û pêşkeftinê bo Iraqê kir.

Back to top button