PolîtîkRojev

Raab: Çavê me lêye Nêçîrvan Barzanî serdana London bike

Wezîrê Derve yê Britanya Dominic Raab, piştî Bexdayê serdana Hewlêr kir û li gel serokê Kurdistanê ve hate pêşîvaz kirin. Piştî civîne Neçîrvan Barzanî û Dominic Raab konferansek çapemeniyû li darxistin behsa naveroka vivîna hevbeş kirin.

Di konferansa çapemeniyê de serokê Kurdistanê got: Me di civîna xwe de behsa çend mijaran kir, ji wan pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Birîtanyayê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û hewldanên ji bo çareserkirina wan, şerê li dijî terorê û metirsiyên dubare serîhildan û bihêzbûna DAIŞ, hilbijartinên dahatî yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî

Berdewamiya axvtina xwe de Nêçîrvan Barzanî dibûje: “Em pêwendiyên xwe yên ligel Birîtanyayê bilind dinirxînin û spasiya Brîtanyayê dikin ji ber berdewambûna piştgiriya wê. Pêwendiyên gelê Kurdistanê bi Birîtanyayê re berî 30 salan li çiyayan dest pê kir. Di Nîsana 1991’an de Brîtanya û welatên din ên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî biryara 688 derxistin û Brîtanya û hevpeymanên me yên din roleke a sereke di komkirin û piştgîriya navdewletî ji bo damezirandina herêma aram û li dijefirînê de hebû, ev pêngav jî destpêke nû ji bo Herêma Kurdistanê bû û ji wê demê ve pêwendiyên me di hemû qonaxan de bi Birîtanyayê re berdewam in di şerê li dijî DAIŞ’ê de berfirehtir bû. Spasiya Brîtanya û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê dikin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê jî axivî û got: Armanca serdana min, rengvedana girîng a wan pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanîya de ye. Em bi wê pêwendiyan dilxweş in. Em wek Birîtanyayê pabend in bi parastina vê Herêmê.Em dibînin ku navçe bi çend awayên cuda rastî astengiyan tê, lê aramî û ewlehî gelek girîng e. Em rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bilind dinirxinin û qurbaniyên ku Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan dane cihê serbilindeyeke mezin e.

Berdewamiya axvtina xwe de Raab dibêje: Me di hevdîtinê xwe de behsa çend mijarên baş kir. Em her du alî xwedî çend berjewendiyên hevbeş in. Aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê yek ji armancên me ye û em pê pabend in. Me guftûgoyên baş di aborî de kirine, em dikarin bi hev re hevahengiyeke baş di vî warî de bikin. Em jî rola xwe di rêxistinkirina hêzên Pêşmerge de dibînin. Em dixwazin hêzeka modern li Herêma Kurdistanê bê dirustkirin. Ez dilxweş im ku Brîtaniya pareyan ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge dabîn dike ku di çend qonaxan de dest pê bûye. Em bi piştevanîkirina li ewlehî û azadîyê li Herêma Kurdistanê pabend in, yek ji wan xalên ku em piştevaniya wê dikin, azadiya ragihandinê ye.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê got: “Em sipasiya Herêma Kurdistanê dikin ji bo rola wê ya girîng di pirsa penaberan de û em dixwazin di warên perwerde, tendirustî, xwendina bilind û guhertinên keşûhewayê de hevahengiya me hebe.

Back to top button