PolîtîkRojev

PKK bûye tehdîtek li ser statuya Kurdistanê

Gef û êrîşên PKKê, ne tenê li ser aliyekî siyasî û cografya û cihekî diyarkirî ye li Kurdistanê, PKK bi dehan sal in bûye kêşe ji bo bi dehan navçe û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û bi awayekî berdewam kêşe ji bo statuya Herêma Kurdistanê û saziyên destûrî û yasayî çêdike.

Endamê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî li ser vê mijarê ragihand; Pêşmergeyên ku PKKê ew şehîd kirin, Pêşmergeyên Kurdistanê ne û ser bi Wezareta Pêşmerge ne û di çend salên borî de li dijî DAIŞê şer kirine û axaKurdistanê parastine.

PKK ne tenê li devereke Herêma Kurdistanê, di heman demê de li devera Silêmanî, Pişder û Çiyayê Asosê bogre heta digihîje deverên sînorî yên Pênciwên û Germiyanê, ji xwe re herêmek çêkirine û hikmê li wan deveran dikin û ji xelkê bacê werdigin.

Serokê Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê Şaxewan Reûf li ser vê mijarê daxwaz dike ku rewş bêhtir mezin nebe û aliyên siyasî yên Kurdistanê yekgirtî bin.

Herwiha Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza Al Heyder jî di civîneke çapemeniyê de ragihand; berdewamiya êrîşên PKKê li ser hêzên Pêşmerge û pasevanên sînor, destdirêjiyeke eşkere û zelal e li ser Iraqê.

Mihemed Reza Al Heyder got: “Destûr û yasa rê nadin me ku em baskê çekdarî li xwe bigrin û ew destdirêjî li ser welatekî din bike.” Al Heyder hêviya xwe anî ziman ku hemahengiyeke berfireh di navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge de hebe ji bo rûbirûbûna êrîşên bi vî rengî.”

Herwiha çavdêrên siyasî dibêjin ku PKK bûye darê destê dijminên Kurd, loma guh nade daxwazên Herêma Kurdistanê.

Çavdêrên siyasî diyar daxwaz dikin ku PKK guh bide xwestekên Herêma Kurdistanê, li şûna çareseriya serbazî, daxwaza aştiyane ya Herêma Kurdistanê li ber çavan bigrin.

Back to top button