
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Fermandgeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Serokerkanê Kurdistanê Cemal Êminkî ve hat pêşwazîkirin.
Hulusî Akar û şanda ligel dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî bicivin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, tê çaverêkriin ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, ligel serok Barzanî jî bicive.
Yek ji mijarên ku werin gotûbêjkirin, pirsa sînorê di navbera her du welatan de ye.