CîhanRojev

Wezîra Derve ya Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîra Derve ya Almanyayê dê serdana Bexda û Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên payebilind ên Herêmê bicive.

Berdevkê Wezareta Derve Ehmed Sahaf ragihand, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro roja Sêşemê 7ê Adara 2023an serdana Bexdayê dike.

Da zanîn, Baerbock dê bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Derve Fuad Husên re mijarên xurtkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Berlînê de û peydakirina şert û mercên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî di warê enerjî û veberhênanê de gotûbêj bike.

Biryar e jî piştî Bexdayê, Wezîra Derve yê Almanyayê Annalena Baerbock serdana Hewlêrê bike û ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Back to top button